20
Mayıs
2014
Yorum Yok
Fedlullah POLANİslamKöşe YazılarıKurdîŞehadet
Okunma

Li Ser El- Qaîde û Usameyê Kurê Laden

lı ser usame

Di Otombêla Gund De Civat Li Ser El- Qaîde û Usameyê Kurê Laden

Li pêşya otombêla me civateke dî bi destpê kiribû. Ez nizanim ji çi û çawa destpêkir lê yekî ji pêş ji yê paş pirs kir go;

– Waa Hecî! Ka tu çi ji Useme Bin Laden fêm dikê? Ev El- Qaide ne Nusrane nizanim, tu dibê çi tiştin?

– Aaaa aaah… De vêce hêde ez ji te re bêjim. Heyran bi Xwedê bi Xwedê, ku misilmanek li Emerîka werê kuştin em hevalê wî ne. Yanî ku wextê misilman bê. Em misilman in û qelbe, dilê me pê re ye.

– Erê em jî dibêjin ku misilman bê! Em hevalê misilmana ne.

– Vêce tu zanê ez çi fêm dikim?

– Ehh, êêê

– Heçya Emerîka bû, Emerîka û ev Sîyena Emerîka ( qesta wî CİA yan jî Cnn) hemûçik bi hevre bûn.

– Sîyena Emerîka û ev Efbîay, newilo Xoce!

– …


– Sîyena Emerîka orguteke. Empîay û Sîyenay ev herdu dinyayê dimeşênin. Ajanê wane. Cemî’e erda Efxanistan û Pakistanê êxistin eroîn û bi wê şebekê difirotin.

– Yaww zilamê wan bû, orgutek bû, wan xuliqandi bû li ser navê misilmatîyê.

– Na na Usamî bin Ladîn bi xwe ew orgutek çêkiribû. Emerîka ew çêkiribû. Hetta ku vêce ew eroîn firot û firot û firot…hemu jî orguta wan întîhar bombacî bûn. Hetta ku gihane tirilyon û qatirilyona. Ma’lume evê ku difiroşê butçe di destê wî de ye. Ez dolmîşa dikrim û Silhedîn difiroşê; pere di destê Silhedîn de ne. Evana diçandin û li hevdida û Emerîka difirot. Haa wilo tirilyon û qetrîlyonî ketin bankê wan de. Ku ketinê de rabû onîkî Êlûnê Sîyena Emerîka li Dinya Ticaret Merkezî dan. Tu dihisênê ez çi dibêjim?

– Ez qenc dihisênim.

– Yanzdehê Êlûnê, newilo Xoce, va ev misilman jî xwendevane; tiştekî min xelet hebê bila bêjê newilo ye! Piştî ku onbîr Êlûnê li îkîzquleyê da, ew dinya tîcaret merkezî bû. Çimkî lê wê dan, da Emerîka karibê li İraqê û li van dewletên dî bidê. Yanî ew Sîenen Emerîka ew wilo lêkir. Emerîka li îkîzqula xwe da.

– Kuro ma yekî Filleh tê da hate kuştin maaaa!

– Jiboni miho li wan bi hîncetbê loo!

– Vêca sebir dayê sabir dayê sabir dayê te dît vîqqasî dibin guhê wê de bû. Xaniyê tê de weke vir û Hezexê ji hev ne dûr bû. Nizanim go ne 30 km ne 60 km gotin nizanim.Û difikrê me de di çiya û şikefta de bû. Hetta ku pîlê wî nema; rabûn şevekê go terq ew kuştin û ew şuştin û ew avêtine avê. Ku îde tirba wî jî bellî kifş nebu. Vêce ajanê wan bû li ser navê misilmanî yê.

– Ezê tiştekî bêjim. Tê zanin ku di dinyayê de kes ji Usame bîn Laden dewlemendtir nebû.

– Ne Xoce ez nikarim bi te re nîqaşê bikim. Çimkî tu insanekî Xwendeyi. Erê em gûndî ne lê biqeder halê xwe zanîna me jî heye.

Na, na.. estexfirullah. Ez ne jî wê dibêjim. Tenê ezê pirsekê bikim. Gelo insaneki wuqas zengîn û dewlemend ku vêga bi wê dewlemendiyê dê karibê li temam cûrê kêf û zewqa te’m bikê. Çawa rabû serî hilda, mirin da ber çava, li çiya li ser pişta hespa şikeft û qulên newala ji xwe re kire dinya…ha ez meraqa vê dikim. Dikim nakim hişê min nagirê.

…..
| Fedlullah POLAN |

[ Benzer Yazılar ]
  • lı ser usame

    Li Ser El- Qaîde û Usameyê Kurê Laden


    Di Otombêla Gund De Civat Li Ser El- Qaîde û Usameyê Kurê Laden Li pêşya otombêla me civateke dî bi destpê kiribû. Ez nizanim ji çi [...]
  • Tesbih-çekmekte-riya

    Sofuluk Satıyorsun Elinde Tesbih


    Sofîtiyê difiroşi destê te dirêj tizbî Der û dorê te mellaq haşa mîna perestî Şaşik û cûb û şelwar tev rîya û îstismar Bi ren[...]
[ Ne Demişler ? ]


Yazılarda Arama Yap !
Instagram'da takip et !
    Kalbe Sığdırılan Kainat
    Kalbe Sığdırılan Kainat
  • Gönüller Fatihi Büyük Üstad'a
  • Bekle Beni
Twitter'da Takip Edin !

  • Google Plus Profilim
    Tavsiye Bağlantılar